Sereke

Bona me ev hevdîtin ya girînge, piştî agrêsîya meha îlonê ev hevdîtin bi vê formatê ya ewline: Mîrzoyan gotîye hevkarên Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv

Wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan wextê civîna wezîrên karên der, ya Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv, hevkarên organîzeyê silav kirine.

“Îro wê civîna şêwira wezîra, ya wezîrên parastinê û sêkrêtarên şêwira ewlehkarîyê pêk bê.Emê gelek pirsên girîng gotûbêj bikin.Bona me ev hevdîtin ya girînge, çimkî piştî agrêsîya Adirbêcanêye meha îlonê civîna bi vê formatê cara ewlin pêk tê”,- Ararat Mîrzoyan gotîye.

Wezîrê Ermenîstanêyî karên der daye dîyarkirinê, wekî nava rojeva organîzeyêda nêzîkî 20 dokûmêntî hene, yên ku derheqa koordînasîyakirina sîyasîya der, hevkarîya leşkerî-sîyasî, krîzeya û halê Qafqasîya Başûrdanin.

Piranîya projeya û pirsa îdî bi hevra hatine qayîlkirinê. Du roja ser hev komîsîya bi serokatîya Stanîslav Zas xebitîye.Hêvîdarin, wekî pevguhartina fikiraye kardar wê hebe û ez pêşnîyar dikim ku em wan xebata destpêkin”,- Ararat Mîrzoyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button