Hindava qeza Syûnîkêda gerekê tu welatek bi fikireke mayîn nîbe: balozê Îranê gotîye seroka mehkema Ermenîstanêye sereke

Seroka mehkema Ermenîstanêye serke Anna Vardapêtyanê baylozê Îranêyî li Ermenîstanê û dêlêgasîya bi serkarîya wî qebûl kirîye.
Anna Vardapêtyanê hevkarîya di navbera mehkemên herdu welataye serekeda bilind qîmet kirîye û daye bawarkirinê wekî li ser hîmê xebata dualîye kardar, wê ew hevkarî berfirehbe.
Baylozê Îranê bona hevdîtinê razalixî elam kirîye û daye dîyarkirinê, wekî tevgirêdanên dîrokîye di navbera Îranê û Ermenîstanêda hîmekî baş çê kirine, ku ew heleqetî pêşda herin.
Nava vê hemtêkstêda xeberdan usa jî derheqa vekirina konsmûlxana Îranêye li Syûnîkê çûye û baylozê Îranê derheqa girîngîya qeza Ermenîstanêye Syûnîkêda xeberdaye û daye dîyarkirinê, wekî tu welatek gerekê hindava qeza Syûnîkêda bi fikirên mayîn nîbe.
Xêncî wan pirsa, usa jî cêrge pirsên dualî hatine gotûbêjkirinê.







