H’emû nûçeSereke

Ênêrgabloka stansîya atomî, ya ku ji alîyê rûsada hatîye pêşnîyarkirinê, dikare hetanî sed salî jî bixebite

Modêla ji alîyê “Rosatomê” da pêşnîyarkirî, ya bona çêkirina êgnêrgabloka stansîya Ermenîstanêye atomî têra dibîne wekî ew dikare 60 salî bixebite, lê 40 salî jî mecalên wên bêne dirêjkirinê. Derheqa wê yekêda serokê stansîya Ermenîstanêye atomî Êdûard Martîrosyan gotîye rojnamevana.

“Eva îdî ji nîv salî zêdetire ku em xebatê tevî alîyê rûsa dikin. Nava vê êtapêda em dikarin bêjin ku em gihîştine açixîya.Kompanîya “Rosatom” jî wan xebatava mijûl dibe. Em hesabên pêşda dikin û bi fikira min meha kanûnêda emê îdî bighîjine bahê nêzîk, yê ênêrgabloka nû”,- Martîrosyan gotîye û serda zêde kirîye, wekî ew hesab wê nêzîkî wî xercîbe.

“Cûrê ku tê gotûbêjkirinê, modêla cêribandîye û ewlehkarîya wê gelekî bilinde”,- Êdûard Martîrosyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button