
Fermandarê Hêzên Sûrîya Dêmokratîk Mezlûm Ebdî elam kirîye, wekî kurdên Sûrîyayê amadene ber xwe bidin, heger Tirkîya opêrasîyonên leşkerî destpêke û esker bike nava axa Sûrîyayê.
Derheqa wê yekêda Mezlûm Ebdî wextê hevpeyvîna Associated Press ê gotîye. Ewî gotîye wekî bona êrîşên wî cûreyî ew ji sala 2019 a da xwe amade dikin.
“Em difikirin, ku em gihîştine asateke usa, wekî em dikarin her êrîşeke nû biteribînin.Hêzên tirka wê nikaribin axa nû zeftkin, çimkî wê şerekî mezin hebe.Heger Tirkîya êrîşê bibe ser nehîykê, wî çaxî opêrasîyonên leşkerî wê li nehîyên mayîn jî belavbin û ji wê yekê merivê zîyanêkevin”,- Mezlûm Ebdî gotîye.







