H’emû nûçeSereke

Pûtîn derheqa peymana aşîtîyêye di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanêda xeberdaye

Serokê Rûsîyayê Vladîmîr Pûtîn li Yêrêvanê wextê civîna Organîzya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv guhdarîya serokên welatên endam teglîfî li ser pêwîstîya helkirina pirsgirêka Qerebagê kirîye. Li ser hîmê ajansa “Rîa Novostî”yê Armênprêssê derheqa wê yekêda ragîhandîye.

“Ez hevalkarên xwera qayîlim, yên ku diha pêşda derheqa vê pirsê û helkirina pirsgirêka ermenîya-azêrîyada xeberdan. Bêguman, evana pirsên sertin, kîjan dewa guhdarîya me dikin”,- Pûtîn gotîye. Bi gotina Vladîmîr Pûtîn, dawîya meha cotmehê pevketinên di navbera serokatîyên Ermenîstanê, Adirbêcanê û Rûsîyayêda li Soçîyê destanî, hîmekî baş bona berhevduxastina saz kirine.

“Tenê bi mîyaserkirina van pevketina, yên derheqa kifşkirina sînora, vekirina rêyên transportê û pirsên hûmanîtarîda, em dikarin bighîjine normalkirina heleqetîyên Ermenîstanê û Adirbêcanê.Em hêvîdarin, wekî bi vê yekê emê bighîjine morkirina peymana aşîtîyêye di navbera Yêrêvanê û Bekûyêda”,- Vladîmîr Pûtîn gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button