H’emû nûçeSereke

“400 mîlyon dolar û Ermenîstanê karebûrnên xweye avîyasîyon dubare bike”: şêwira firegehên navneteweyî

Serokê şêwira firegehên navneteweyî, yên herêma avropî, Olîvyê Yankovês berbirî hukumata Ermenîstanê bûye ku begemîyê bidine berfirehbûna firegeha Yêrêvanêye “Zvartnos” ê. Bi gotina Yankovês, firegeh niha îdî ji karebûnên xweye pêşîya nexweşîya koronavîrûsê derbaztir bûye.

Bi gotina Yankovês hîmên qewîn hene, yên ku wê alî pêşdaçûyînê bikin, bi saya çi Ermenîstan nêzîkî beşdarbûna zona avropîye tomerî dibe û ew yek wê sûka avîyasîyone piralî sazke.Ewî gotîye, wekî 400 mîlyon yûro amadene ku bêne învêstkirinê ku karebûnên firegehê bidine pêşxistinê. Bi gotina Yankovês paşdaêxistina vê  progiramê wê pêşkeftina welêt û êkonomîkayê bide hêdîkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button