H’emû nûçeSereke

Ajansa Fransîyayêye pêşkeftinê wê li Yêrêvanê nûnertîya xwe veke

Li gorî qayîlnivîsara di navbera Komara Ermenîstanê û  ajansa Fransîyayêye pêşkeftinê wê krêdîta 100 mîlyon yûro bidine hukumata Ermenîstanê û ajansa Fransîyayêye pêşkeftinê jî birîyar kirîye ku li Yêrêvanê nûnertîya xwe veke.

Li gorî ragîhandina Armênprêssê, derheqa wê yekêda wezîrê Ermenîstanêyî fînansa Tîgran Xaçatryan gotîye.

Bi gotina wî, ev pere bi wedê 20 salî tên dayînê û ew dikare bi du beşabe. “Em dikarin wan pera bi du beşa bistînin.Em têra dibînin dawîya vê salê bona beşekê berbirî wanbin û bistînin”,- Xaçatryan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button