H’emû nûçeSereke

Alîyê ermenî hêvîdare ku ji alîyê tifaqdarên Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv qîmetkirina sîyasîye zelal, ya derheqa agrêsîya azêrîyada wê hebe: berdevkê wezîreta karên der

Berdevkê wezîreta Ermenîstanêye karên der Vahan Hûnanyan derheqa civîna Organizeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîvda xeberdaye û daye dîyarkirinê, wekî projeya birîyara organîzeyêye derheqa piştgirîya hindava Ermenîstanêda têra alîyê ermenî nedikir.

Wextê qisa tevî Radar Armenia yê  Hûnanyan gotîye: “Alîyê ermenî hêvîdare ku wê ji alîyê tifaqdarên Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv qîmetkirina sîyasîye zelal, ya derheqa agrêsîya azêrîyaye 13-14 ê îlonêda wê hebe, lê bi rêdaktorîya niha ew dokûmênt têra Ermenîstanê nedikir, ya derheqa piştgirîya hindava Ermenîstanêda. Bona wê yekê jî hate birîyarkirinê, ku dokûmêntê careke mayîn lê binihêrin”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button