H’emû nûçeSereke

Wextê pêwandîyên Yêrêvanê û Bekûyê usa jî pirsa peymana aşîtîyê tê gotûbêjkirinê: Zaxarova

Têma peymana aşîtîyê û ösa jî pirsên mayîn, yên girêdayî normalbûna heleqetîyên di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanêda gelekî dijwarin. Moskva wê yekê çawa tiştekî rast hesab nake ku tabîyên alîya şirovekin hetanî  ku pevketin neyêne destanînê. Derheqa wê yekêda  nûnera wezîreta Rûsîyayêye karên der Marîya Zaxarovayê gotîye û daye dîyarkirinê, wekî wextê pêwandîyên di navbera ermenîya û azêrîyada usa jî pirsa peymana aşîtîyê tê gotûbêjkirinê.

“Bêguman, em wê yekê girîng hesab dikin ku alî ji axaftinên provokasîyon dûr bimînin, rûyê çida halê li herêmê dikare sertbe.Rûsîya pêwandîyên tevî herdu alîya xweyî dike.Emê xebatê bona normalkirina pêwandîyên ermenîya-azêrîya berdewamkin, bona ku li Qafqasîya Başûr aşîtî bê dasekinandinê”,-dîplomatê gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button