H’emû nûçeSereke

Cîhwarkirina slogana pantûrkîzmê ya pêşberî mekteba Şûrnûxê agrêsîya dijî binelîya dide kifşê:Tatoyan

Pêşberî mekteba gundê qeza Syûnîkêyî Şûrnûxê cîhên leşkerîyî neqanûnî, yê azêrîya hatîye cîhwarkirinê, li ser kîjanî bi herfên mezin nivîsare “Önce vatan”  /Berî her tiştî welat/.Derheqa vê yekêda mafparêz Arman Tatoyan rûpelê xweyî Facebook ê da nivîsîye.

“Ev slogan ya miletçîyaye, ya ku ya agrêsîve û ew salên 1930 î hêna Atatirkda çê bûye.

Ev lozûng pantûrkîzmêva girêdayîye. Bi vê gotinê tê kifşkirinê, wekî miletên cuda-cuda, yên ku li Tirkîyayê dijîn, nikarin weke tirkabin.Ev miletçîtîyî li ser îdêolojîya tirkên cahil tê hîmdanînê, li ser pantûrkîzmê û ew jî berdewama wêye.

Ev slogan hema pêşberî mekteba gundê Şûrnûxêye, li kîderê leşker nobedarîyê dikin û dîna xwe didine mektebê.

Ev hemû tişt careke mayîn dide kifşê, wekî cîhwarbûnên azêrîyaye vî cûreyî ne tenê ewlehkarîya merivaye fîzîkî û jîyîna wan dikine bin qezîyayê, lê bi wê yekêva tevayî hemû tiştî dikin, ku meriv bi pisîxolocî zîyanê bistînin”,-Arman Tatoyan nivîsîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button