H’emû nûçeSereke

Ermenîstan  li gorî pevketin û formata  li Prahayê destanî  amadeye: bersiva wezîreta Ermenîstanêye karên der

Wezîreta Ermenîstanêye karên der bersiva elametîya serokê Adirbêcanê Îlham Elîyêv daye, bi kîjanê ewî gotibû, wekî ewê wextê hevdîtina 7 ê kanûnêye li Bryûsêlê, ya tevî serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan, wê amade nîbe, çimkî alîyê ermenî bi wî qewilî qayîle, ku serokê Fransîyayê jî beşdarî hevdîtinêbe.
Girêdayî wan pirsara, berdevkê wezîreta Ermenîstanêye karên der Vahan Hûnanyan bersiva pirsên Armênprêssê daye:
Pirs: Serokê Adirbêcanê Îlham Elîyêv gotîye wekî hevdîtina 7 ê kanûnêye li Bryûsêlê wê pêk neyê, çimkî alîyê ermenî li ser tabîke başqekeye. Hûnê çawa wê yekê şirove bikin?
Bersiv: Em dixwezin bîr bînin wekî wextê hevdîtinên pêşda, ya li Prahayê, li kîderê pevketin hatibû destanînê ku hevdîtina berdewam bikin, ya çaralî bû û nêzîkî aqilaye wekî formata hevdîtinê û beşdarên wê gerekê dîsa wî cûreyîbin. Elametîyên Adirbêcanê didine dîyarkirinê, ku alîyê ermenî dicêribîne wan hevdîtina biteribîne. Komara Ermenîstanê hazire ku 7 ê kanûnê beşdarî hevdîtinê bibe, lê li gorî pevketinên Prahayê destanî.
Pirs: 7 ê mijdarê , wextê hevdîtina li Waşîngtonê, Ermenîstanê pêşnîyarên ermenîye derheqa peymana aşîtîyêda dabûne Adirbêcanê. Gelo wê yekêva girêdayî pêşkeftin heye?
Bersiv: Hetanî niha Adirbêcanê bersiva pêşnîyarên me nedaye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button