H’emû nûçeSereke

Ketina Tirkîyayêye li Sûrîyayê û Îraqê wê bibe karta Êrdogane serkeftinê, ya wextê hilbijartina

Kurd hîmlî sîstêmên tirkaye dewletê, leşkerî yan jî polîsîyayê dikine hedef û bo wê yekê jî êrîşên wan ji fikirdarîya têrorîzmê derin. Derheqa wê yekêda kandîdatê ulmê dîrokê, pêşezanê pirsên herêmî, Armên Pêtrosyanê rojhilatzan gotîye, dema ku ewî derheqa teqîna 13 ê mijdarêye li Stembolê û elametîyên tirkada xeberdaye.

Wextê qisa tevî “Rdayolûr” ê pêşezan gotîye, wekî kirinên wî cûreyî, yên têrorîstî, yên ku li wan cîha tên kirinê, li kîderê cimet berevbûyîye, li gorî destnivîsara DAÎŞ ê ne.

“Bi lênihêrandina vê êrîşê û mîyaserkirina wê yekê, ez difikirim wekî li piş vê kirinê qulixdarîyên tirkaye mexsûs  sekinîne û nava doranên wê destnivîsarêda Enqere bi wê menîyê dixweze opêrasîyonên li Sûrîyayê û li bakûrê Îraqê mîyaserke”,-Armên Pêtrosyan dibêje.Pêşezan dibêje, wekî Enqere vî halê gêopolîtîkî dide xebatê û têrorîzma li Stembolê bona armanca sîyasî dide qulixkirinê.

“Him  heyîna têrorîzmê û him jî  şekarîya dijî kurda desthilatdarîya  tirka dixweze bona hilbijartinên sala tê bidine xebatê, çimkî desthilatdarîya niha zane wekî wextê hilbijartina pirsgirêkên wan wê hebin.Bona wan niha serkeftinên dijî kurda pêwîstin, bona ku wê yekê bidine xebatê û nava hilbijartinada denga berevkin”,-Armên Pêtrosyan dibêje.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button