H’emû nûçeSereke
Swîsrê alîkarîya mîlyonek dolarî bide Ermenîstanê bona dasekinandina gundên nêzîkî sînor
Di navbera ajansa Swîsrêye pêşkeftinê û hevkarîyê û bernama Organîzeya Netewên Yekbkûyîda peyman hatîye îmzekirinê, li gorî kîjanê hukumata Swîsrê 960 000 frankên swîsrî wê pêşkêşî Ermenîstanê bike bo ku piştgirîyê bidine gundên Ermenîstanêye nêzîkî sînor.
Hukumata Swîsrê ev birîyar 23 ê mijdarê îzbat kirîye.Gilî derheqa wan gundadane, yên ku meha îlonêda rastî agrêsîya Adirbêcanê hatin.