H’emû nûçeSereke

Xweykirina ji alîyê dewletêda, ya serokkomar û serokwezîrê berê wê hetanî dawîya jîyana wan nîbe

Sêkrêtarê şêwira Ermenîstanêye ewlehkarîyê Armên Grîgoryan gotîye, wekî meremê hukumatê heye ku qulixdarîya xweykirina dewletê ji qulixdarîya ewlehkarîya miletîyê bidine dûrxistinê û gotîye wekî ewê bibe bin kontrola serokwezîr.

“Xaleke girîng jî ewe, wekî berê qulixdarîya xweykirina dewletê hetanî dawîya jîyînê didane serokkomara, lê niha jî nava wê qanûnêda guhartin tê kirinê. Niha wê piştî dûrketina serokkomar wê hevt sala xweykirina dewletê hebe, lê ya serokwezîr wê  bibe ya dehsale. Bi fikira min ev guhartineke girînge”,-Armên Grîgoryan gotîye.

Nîkol Paşînyan jî serda zêde kirîye, wekî heger pêwîstî hebe ew wede wê bê dirêjkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button