Hukumata Herêma Kurdistanê dêlêgasîya xwe şandîye Bexdayê bona ku pirsgirêkên di navbera Hewlêrê û desthilatdarîya Îraqêda, usa jî byûcêya sala 2023 a, bêne gotûbêjkirinê.
Berdevkê hukumata herêmê Cûtîyar Adil gotîye, wekî nava hevraxeberdanada usa jî wê mafên pêşmergaye konstîtûsîyon, pirsên têrîtorîyal, qanûna derheqa neft û gazêda û usa jî cêrge pirsên mayîn bêne gotûbêjkirinê.
Piştî sazkirina hukumata Îraqê, eva dêlêgasîya hukumata Herêma Kurdistanêye ewline ku diçe Bexdayê.