Damişqê ji xweparastinê paşda venekişîne, heger Tirkîya opêrasîyona li ser erdê destpêke, nenihêrî wê yekê, wekî Sûrîya nava halekî girandane.Di derbarê wê yekêda rojnama Middle East Eye ê li ser hîmê kanîya wezîreta Sûrîyayêye karên der nivîsîye.
“Dema ku gilî derheqa yekîtîya têrîtorîya serbixwetîyêdane, emê bibin yek û heger Tirkîya hesab dike ku ew yek bona ewlehkarîya wêye, ev yek gerekê nebe menî ku ew bikevine nava axa me. Me nava encamên derbên tirkada leşker unda kirine û her hukumatek, yan jî welatek wî çaxî ew gerekê xwe biparêze”,-kanîya wezîretêye înformasîyon daye dîyarkirinê.