
Fîlma rêjîsîyor Mîkayêl Gûrcyan ketîye nava bernama fêstîvala sînêmaêye navneteweyî.
Bi ragîhandina Armênprêssê, merkeza Ermenîstîanêye sînêmayê ragîhandîye, wekî nîşandayîna fîlmê wê 1 ê kanûnê pêk bê.
Fîlm derheqa merivekîdane, navê kîjanî Çarlîye, yê ku ji komkujîya Ermenî filitîye û çûye Ştatên Amêrîkaêye Yekbûyî, lê mixabin malbeta wî bûye cangorîyê vê barbarîyê. Ev serpêhatî sala 1947 a destpê dibe, dema ku Çarlî paşda vedigere Ermenîstanê û rastî komûnîzma Sovyêtê tê.