H’emû nûçeSereke

Serokê Adirbêcanê cabdarîya êskalasîyayê hildide ser xwe: hevpeyvîna Ararat Mîrzoyan tevî Armênprêssê

Elametîyên Bekûyêye derheqa wê yekêda wekî kifşkirina sînora li ser bingeha xerîtên dîrokî gerekê bê mîyaserkirinê, pevketinên li Prahayê û Soçîyê didine teribandinê. Derheqa wê yekêda, wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararta Mîrzoyan wextê hevpeyvîna tevî Armênprêssê, gotîye.

Nava hevpeyvînêda Mîrzoyan usa jî derheqa wan gotinên Adirbêcanêda xeberdaye, bi kîjana Adirbêcanê gotibû, wekî Ermenîstan ji hevdîtina Bryûsêlê paşda sekinîye û usa jî halê li  herêmê qîmet kirîye.

Pirs: Adirbêcan elam dike wekî alîyê ermenî ji beşdarbûna hevdîtina li Bryûsêlê paşda sekinîye, hûnê vê yekê çawa şiove bikin?

Bersiv: Wextê hevdîtina li Prahayê derheqa hevdîtina mayînda pevketin hatibû destanînê û careke mayîn em dibêjin, wekî nava wedê nêzîkda dikarin hevdîtina serokwezîrê Ermenîstanê, serokê Adirbêcanê, serokê Fransîyayê û serokê Konsêya Avropayê teşkîlkin.Em difikirin, wekî hevdîtina li Prahayê, ya bi formata vî cûreyî gelekî kardar bû û nava hemtêksta pêvajoya normalkirina pêwandîyên Ermenîstanê û Adirbêcanê girîng bû. Alîyê ermenî mînanî berê dixweze ku pêwandî bêne normalkirinê.

Pirs: Bekû careke mayîn derheqa mîyaserkirina pêvajoya kifşkirina sînora, ya li ser bingeha xerîtên dîrokî pêşda dibe. Vî alîda Yêrêvan li ser tabîya çi cûreyйye?

Bersiv: Elametîyên vî cûreyî  pevketinên li Prahayê û li Soçîyê diteribînin, yên ku li ser hîmê qanûndarîya Organîzeya Netewên Yekbûyî û dêklarasîya Alma Atayê hatine destanînê.

Nava doranên  wê yekêda xebatên kifşkirina sînora gerekê li ser hîmên dokûmêntên sala 1991 ê dema kö Tifaqa Sovyêtê hilweşîya, bêne mîyaserkirinê. Niha xeberdana derheqa xerîtên dîrokîda tiştê femkirinê nîne.

Gerekê bidine dîyarkirinê, wekî axaftina wî cûreyî bona serbestîya welatên me gelekî qezîyaye, çimkî heger em guhdarîyê bidine ser xerîtên dîrokî, wî çaxî dikare zelalbe wekî topraxên him Komara Ermenîstanê û him jî yên Adirbêcanê bi sedasala bin desthilatdarîya welatên mayînda bûne.

Nava vê hevtêsktêda minê bixwesta gudarî teglîfî li ser wê yekê bikira, wekî nenihêrî ku 26 ê mijdara sala 2021 ê û 6 ê nîsana sala 2022 a pevketin hatibûne destanînê wekî sazkirina komîsîya bona ewlehkarîya sînoraye, lê piştî sazkirina komîsîyayên anegor îlona sala 2022 a agrêsîya nû hate mîyasekirinê û axa nû ji alîyê Adirbêcanêda hate okûpasîyakirinê. Bi vê yekê ne tenê pevketin, lê usa jî mafê navneteweyî ketine bin şikberîyê.

Pirs: Serokê Adirbêcanê dibêje, wekî Ermenîstanê yekîtîya têrîtorîya Adirbêcanê nas kirîye.

Bersiv: Me gelek cara derheqa vê pirsêda xeberdaye. Nava axaftinên xweda ewî gotîye, ku Ermenîstanê yekîtîya têrîtorîyayên Adirbêcanê nas kirîye, lê tu cara nabêje ku Adirbêcanê jî yekîtîya têrîtorîyayên Ermenîstanê nas kirîye. Gelo ev bîranîn dide kifşê, wekî Adirbêcan yekîtîya têrîtorîyayên Ermenîstanê nas nake û çevê wê li ser topraxên Ermenîstanêye?

Serokê Adirbêcanê usa jî dibêje, wekî dora welatê wî aşîtî îzbat bûye û qezîya êskalasîyayê tune, lê çawa bersiva pirseke mayîn dibêje, wekî heger Ermenîstan peymana aşîtîyê îmze neke, wî çaxî aşîtî wê tunebe. Ev yek dide kifşê, wekî  heger êskalasîya hebe,  serokê Adirbêcanê cabdarîya wê hildide ser xwe.

Pirs: Hûnê xebatên dora amadekirina peymana aşîtîyê çawa qîmet bikin?

Bersiv: Çawa hûn  zanin me pêşnîyarên xwe, yên  di derbarê projeya peymana aşîtîyêda raberî Adirbêcanê kirine û me bersivên wê rojekê pêşda stendine. Gotûbêjkirin berdewam dibin û em hêvîdarin, bighîjine qayîlîyê û nava vê pêvajoyêda rola cedandinên hevkarên navneteweyî jî dikare girîngbe.

Pirs: Adiribêcan usa jî dibêje, wekî Ermenîstan naxweze xerîtên deştên mînkirî bide û serda zêde dike wekî li nehîyên dor-berên Qerebagê mînên nû datîne, rûyê çida gelek meriv tên kuştinê. Hûnê vê yekê çawa şirove bikin?

Bersiv: Çawa hûn zanin Komara  Ermenîstanê bi cûrê yekalî hemû xerîtên deştên mînkirî dane Adirbêcanê. Me usa jî hazirî  elam kirîye ku em amadene tevî hevkarên navneteweyî xerîtên li cem wan bidine zelalkirinê.

Bi wê yekêva tevayî ez dixwezim bêjim, wekî li Qerebagê û li nehîyên dor-berên wê mîn hê şerê Qerebagêyî ewlinda hatine danînê û ew hîmlî ji alîyê Adirbêcanêda hatine cîhwarkirinê, ya ku wextê şerê ewlin ew toprax kontrol dikirin. Bangên derheqa hevkarîya alîyê ermenîda bêyî bersiv mane û Adirbêcanê bi hemû mecala dijwarî saz kirine ku ew xebat neyêne mîyaserkirinê.

Nava raporta komîtêya xaçê Sorda, ya sala 2019 a hatîye dîyarkirinê, wekî wextê mîsîya wan li Qerebagê 747 meriv rûyê mînada hatine kuştinê, ji kîjana 59 selef welatîyên sîvîlin û desthilatdarîya Qerebagê ji sala 2014 a da destpê kirîye merivên rûyê mînada ku hatine kuştinê, hesabke.

Çi ku derheqa wan gotinên Adirbêcanêdane, ku alîyê ermenî li Qerebagê mînên ermenî cîhwar kirine, ez gerekê bêjim, wekî mînên ku ji alîyê Adirbêcanê nîşan dane ne ku li Qerebagê, lê li topraxên Ermenîstana serbixwe hatine derxistinê, yên ku sala 2021-22 a da hatine okûpasîyakirinê.Em nabêjin  wekî  hêzên Ermenîstanê li ser axa Ermenîstanê xebatên derxistina mîna mîyaser dikin, û ew yek rîska bilindva girêdayîye, ya bona mîyaserkirina agrêsîya nû, ya ji alîyên Adirbêcanêda.

Kirinên agrêsîve wî cûreyî, Adirbêcanê usa jî li Qerebagê mîyaser kirine, bi taybetî sibata sala îsalin û usa jî meha tebaxêda. Bi wê yekê ew dide kifşê, wekî bona ku binelîyên Qerebagê rastî paqijkirinên êtnîkî neyên, pêwîstî pêşda tê, ku komên xweparastinê sazkin. Çi ku derheqha wê yekêdane ku Adirbêcan dibêje wekî li Qerebagê hêzên Ermenîstanê mane, ev yek neraste. Bona kontrolkirina wê yekê Paşînyanê serokwezîr pêşnîyar kirîye ku koma navneteweyî sazkin û bişînine Qerebagê, lê ew yek ji alîyê serokê Adirbêcanêda hatîye înkarkirinê.

Pirs:Hûn vî halê niha çi cûreyî qîmet dikin?

Bersiv: Mixabin, em dibêjin, wekî nenihêrî van hevraxeberdanên ku pêk hatine, elametîyên Adirbêcanêye agrêsîv berdewam dibin, bi kîjana ew alîyê ermenî gunehkar dikin. Xêncî wê yekê hêzên Adirbêcanêye sîlihkirî dîsa li topraxa Ermenîstanêye serbixwedanin. Her dem ji alîyê Adirbêcanêda provokasîyonên leşkerî tên mîyaseîrkirinê.

Bi tomerî ji van tişta tê kifşê, wekî hal dîsa serte û hevkarên meye navneteweyî gerekê cedandina bidine xebatê ku Adirbêcanê zeftkin û aşîtîya li Qafqasîya Başûr xweykin.

Alîyê ermenî, mînanî berê amadeye ku hemû cedandina bide xebatê bona ku li herêmê aşîtîya qewîn û wededirêj îzbatbe.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button