H’emû nûçeSereke
Ermenîstanê çawa welatê parlamêntîyê bimîne:şêwira werguhastinên konstîtûsîyon qirar qebûl kir
Şêwira werguhastinên konstîtûsîyon birîyar kir, wekî li Ermenîstanê modêla serkarîkirinê wê neyê guhartinê, wê berbi serokkomartîyê, yan jî nîvserokkomartîyê nebe, serkarîkirina dewletê wê ya parlamêntîyê jî bimîne. Derheqa vê yekêda endamê şêwirê Danîyêl Îonîsyan rûpelê xweyî facebook da nivîsîye.
Wextê civînê, serokê partîya “Ermenîstana ronî”, baylozê Ermenîstanêyî pirsên mexsûs Êdmon Marûkyan dengê xwe daye xweykirina sîstêma parlamêntîyê.