SerekeSîyasî

Hevdîtina li Bryûsêlê wê pêk bê, Adirbêcan nikare fikira ŞAY û Yekîtîya Avropayê hesab hilnede: Armên Hovhannîsyan

Bi gotina pêşezanê sîyasî Armên Hovhannîsyan hevdîtina serokatîyên Ermenîstanê û Adirbêcanêye li Bryûsêlê wê pêk bê. Derheqa wê yekêda Armên Hovhannîsyan fikira xwe elam kirîye û serda zêde kirîye, wekî diqewime roj bê guhartinê, lê ewê pêk bê. Van roja Îlham Elîyêv elam kiribû, wekî hevdîtina 7 ê kanûnêye li Bryûsêlê wê nebe, çimkî bi gotina Bekûyê serokwezîrê Ermenîstanê wê pirsê pêşda dikişîne, wekî serokê  Fransîyayê Êmanûêl  Makron gerekê wextê hevdîtinê li wirbe.

“Adirbêcan hevdîtina mayînara qayîl bûye. Li ser Ermenîstanê û Adirbêcanê hukum heye  wekî ew gerekê ese beşdarî  hevdîtinêbin. Formata çaralî Ştatên Yekbûyîra dest dide û ew yek dide kifşê, wekî ew jî çawa alîyê pêncaye”,- Armên Hovhannîsyan gotîye û serda zêde kirîye, wekî Adirbêcan nikare fikira Ştatên Yekbûyî û Yekîtîya Avropayê hesab hilnede.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button