
Yekîtîya Hêzên Sûrîya Dêmokratîk berbirî Rûsîyayê bûye û hîvî kirîye ku Rûsîya Damişqêra pevkeve bona ku ew torîtorîya bin kontrola hêzên dêmokratîkda biparêzin. Derheqa wê yekêda wekîlê Hêzên Sûrîya Dêmokratîk gotîye.
“Em berbirî wekîlên Rûsîyayê bûne bona ku qayîlî hebe, ku tevî Damişqa fermî kirinên xwe bidine koordînasîyakirinê”,- ewî gotîye.
Hatîye dîyarkirinê, wekî hevdîtina tevî alîyê rûsa pêk hatîye, wextê kîjanê qewilên Tirkîyayê raberî Hêzên Sûrîya Dêmokratîk kirine. Feqet yekîtîyê ev pêşnîyar înkar kirine.
Wekîlê Hêzên Dêmokratîk gotîye, wekî Ştatên Yekbûyî îzbat kirîye ku ew opêrasîyona Enqerêye li bakûr-rojhilatê Sûrîyayê qebûl nake, lê bona wê yekê jî gavên anegor nehatine avîtinê.