H’emû nûçeSereke

Parlamênta Fransîyayê birîyara derheqa sekinandina agrêsîya Adirbêcanêye dijî Ermenîstanê qebûl kir

Li parlamênta Fransîyayê bi yekdengî birîyara derheqa sekinandina agrêsîya Adirbêcanêye dijî Ermenîstanê û  dewekarîya bona îzbatkirina aşîtîya qewîn, qebûl kir.

Li gorî wê qirarê bang tê kirinê, ku bêyî tu qewil-qirara hemû dîlên ermenîye leşkerî bên azaberdanê.Bang tê kirinê, ku hukumat mecalên usa bide xebatê, heger ji alîyê Adirbêcanêda êrîşên dijî axa Ermenîstanê bêne mîyaserkirinê.

Li gorî qirarê usa jî bang tê kirinê ku cedandina bidine xebatê ku ewlehkarîya binelîyên ermenîye li Qerebagê bê çareserkirinê. Pêşnîyar hatîye kirinê ku hukumat mecala qewînkirina karebûnên Ermenîstanêye parastinê bêne lênihêrandinê.Bang li Organîzeyên Navneteweyî hatîye kirinê ku nimûnên çandî û ruhanî, yên ermenîya, yên ku bin kontrola Adirbêcanêda mane, bêne parastinê.

Wextê qebûlkirina rêzolyûsîyayê usa jî baylozê Ermenîstanêyî li Fransîyayê û teşkîla baylozxanê li wir amabde bûne.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button