SerekeSîyasî

Serokwezîrê  Herêma Kurdistanê  wezîra Nîdêrlandaye parastinê qebûl kirîye

Serokwezîrê  Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî  wezîra Nîdêrlandaye parastinê Kaysa Olongrên qebûl kirîye. Wextê hevdîtinê pirsên teribandina serbixwetîya Kurdistanê, yên derheqa êrîşên welatên cînarada hatine gotûbêjkirinê.

Fikir dora têmayên cûre-cûre, nava wanda usa jî derheqa qezîya DAÎŞ ê da, yekbûna hêzên pêşmerga, hatine pevguhartinê.

Hatîye dîyarkirinê, wekî Barzanîyê serokwezîr razalixî elamî Nîdêrlanda kirîye bona wê yekê wekî nava dorana koalîsîyona navneteweyîda ew piştgirîyê didine Kurdistanê.

Mesrûr Barzanî careke mayî  daye dîyakirinê, wekî Herêma Kurdistanê amadeye pêwandîyên dostîyêye tevî welatên cînar xweyke.

Wezîra Nîdêrlandaye parastinê derheqa girîngîya pêwandîyên Kurdistanê û Nîdêrlanda xeberdaye û gotîye, wekî welatê wê amadeye her dem piştgirîyê bide hêzên pêşmerga û hevkarîya dualî.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button