H’emû nûçeSereke

Ermenîstan dîsa berbi pêşeroja dêmokratîk û çareserkirî dicedîne:Lîn Trêysî

Halê pêwandîyên tevî Rûsîyayê  Ermenîtstane nade razîkirinê û Waşîngton bi hesabhildana wê yekê, “hevraxeberdanên girîng” tevî Yêrêvanê derbaz dike. Li gorî ragîhandina TASS ê kandîdata baylozê Ştatên Yekbûyîye li Rûsîyayê, Lîn Trêysîyê derheqa wê yekêda gotîye.

“Ermenî dibêjin, ku ew naxwezin paşda vegerine berbi wedê berê, berbi rêberên ruşetxwer, ew dixwezin pêşeroja diha bi ronahîyê bibînin. Bi xeberdana derheqa Rûsîyayêda, bi fikira min, pirsgirêk eve û ermenî usa dibêjin. Ew dibînin wekî pêwandîyên Rûsîyayêye berê û niha, têra hewcetîyên Ermenîstanêye îroyîn nakin. Bi fikira min, Ştatên Yekbûyî û Ermenîstan vê yekê didine xebatê û em hevraxeberdana derbaz dikin, ku çi cûreyî alî Ermenîstanê bikin, ya ku berbi pêþeroja dêmokratîk û çareserkirî dicedîne”,- Trêysîyê gotîye.

“Ezê bêjim, wekî gelek pirsên ewlehkarîyê hene, nava kîjanada Rûsîya rola xwe dilîze û em gerekê guhdarîyê bidine ser wê yekê”,- dîplomata amêrîkî gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button