H’emû nûçeSereke

Kandîdata baylozê Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî soz daye ku nava pirsa nivîsarên derheqa xirabkarîyên leşkerîye ji alîyê azêrîyada piştgirîyê bide

Serokê komîsîya pêwandîyên der, ya Sênata Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî Bob Mênêndês  elam kirîye, wekî  baylozên Ştatên Yekbûyî, bi taybetî ew welatên ku nava dew û dozadanin, gerekê piştgirîya rastîyê bikin bona ku ew çawa mîyaserkirên sîyastê, bikaribin qirarkin ku gerekê çawa bikin. Derheqa wê ykêda Mênêndês wextê guhdarkirinên bona îzbatkirina kandîdatên bayloza elam kirîye.

Mênêndês pirsa zêrandinên dîlên ermenîye leşkerîda, yên ku ji alîyê azêrîyada hatine kirinê, bilind kirîye.Çawa alîyê bersivdayînê, bayloza Ştatên Yekbûyîye li Ermenîstanê Lîn Trêysîyê xeberdaye, ya ku niha kandîdata baylozê li Rûsîyayêye.Girêdayî wê yekêra gotûbêjkirin pêk hatîye.

Wextê guhdarkirina, Mênêndês usa jî pirs daye kandîdata baylozê Ştatên Yekbûyîye li Ermenîstanê Krîstîna Kvîênê. Ewê jî derheqa kirinên azêrîyada, yên dijî dîlên ermenîye leşkerî bîr anîye û gotîye wekî ewê vîdêyoyên derheqa wan kirinada dîtine û wê hemû tiştî bike ku alî wê yekê bike ku wan kirina berevkin, lê heger alîyê ermenî wê yekê bixweze.

Çawa bersiva wê yekê, Mênêndês gotîye, wekî ew naxweze ku alîyê ermenî bona wê yekê berbirî wêbe, lê pêwîste ku alîyê amêrîkî nava wê pirsêda aktîvîya xwe bide kifşê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button