Tabîya Adirbêcanêye neçêkirinê û gavên wêye wî cûreyî pêşîya cedandinên bona aşîtîyê digrin: Mîrzoyan rastî Borêl hatîye

1 ê kanûnê, nava doranên hemcivîna Organîzeya Hevkarî û Ewlehkarîya Avropayêda, wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan rastî wekîlê Yekîtîya Avropayêyî karên der Jozêp Borêl hatîye. Derheqha wê yekêda ajansa Armênprêssê ragîhandîye.
Wextê hevdîtinê girêdayî hevkarîya Ermenîstanê û Yekîtîya Avropayêra, razîbûn hatîye elamkirinê û fikir dora berfirehkirina rojeva dualîda hatine pevguhartinê.
Merkeza guhdarîya Ararat Mîrzoyan û Jozêp Borêlda bûne pirsên derheqa qewînbûn û ewlehkarîya herêmîda.
Mîrzoyanê wezîr derheqa tabîya ermenîye bona îzbatkirina aşîtîya li Qafqasîya Başûr daye dîyarkirinê û piştgirîya Yekîtîya Avropayêye bona wê yekê bilind qîmet kirîye. Wezîrê Ermenîstanêyî karên der gotîye, wekî tabîya Adirbêcanêye neçêkirinê û gavên wêye wî cûreyî pêşîya cedandinên bona aşîtîyê digrin û berbi êskalasîyayê dibin.Xeberdan usa jî derheqa cîhwarkirina mîsîya Avropayêye dîtindarîyêda çûye.