Nava miqala xweda, ya bona “Washington Post” ê fermandarê Hêzên Sûrîya Dêmokratîk Mezlûm Ebdî bangî civaka navneteweyî kirîye ku gavên konkrêt biavêjin bona ku agrêsîya tirka bidine sekinandinê û piştgirîyê bidin ku vê konflîktê bi rîya sîyasî bidine helkirinê.
Gênêral Ebdî zelal gotîye, wekî kurd dixwezin bighîjine aşîtîyê, lê ne ku şêr dixwezin.Ewî nivîsîye:“Em tu cara hîvî nakin ku bona me şer bikin.Miletê min hê vire, çimkî me gelek cara tenê ber xwe daye.Heger em borcdarin, em gerekê dîsa ber xwe bidin.Em hîvî dikin ku civaka navneteweyî tevî mebe ku em bighîjine aşîtîyê”.