Mîrzoyan û Rîkêr fikir dora sazkirina mêxanîzma gotûbêjkirinên di navbera Stêpanakêrtê û Bekûyêda pev guhartine
Wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan hemsedirê koma Mînskêyî amêrîkî, şêwirmendê pirsên hevraxeberdanên Qafqasîyayê Fîlîp Rîkêr qebûl kirîye.
Pirsên derheqa normalkirina heleqetîyên di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanêda û pirsgirêka Qerebagêda gotûbêj kirine.
Ararat Mîrzoyan daye dîyarkirinê, wekî gefxwerinên Adirbêcanê, provokasîyayên hertimî û elametîyên agrêsîv bona îzbatbûna aşîtîya li herêmê dijwarîya pêşda tîne.
Wextê hevdîtinê fikir dora mafên ermenîyên Qerebagê û çareserkirina garantîya ewlehkarîyê, usa jî derheqa sazkirina mêxanîzma gotûbêjkirinên di navbera Stêpanakêrtê û Bekûyêda hatine pevguhartinê.
Ararat Mîrzoyan û Fîlîp Rîkêr usa jî derheqa pêvajoya kifşkirina sînorên Ermenîstanê û Adirbêcanêda û vekirina rêyên transportêda xeberdane.
Xeberdan usa jî derheqa derxistina hêzên Adirbêcanêye ji axa Ermenîstanê û rastkirina encamên rûyê kirinên Adirbêcanêda pêşdahatî çûye.