H’emû nûçeSereke

Wezîrên Ermenîstanê û Adirbêcanêye karên der pevketine ku nava hevtîyên nêzîkda dîsa hevdîtinekê teşkîlkin:Prays

Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî bi berfireyî beşdarî pêvajoya piştgirîya Ermenîstanê û Adirbêcanê bûye bona ku li Qafqasîya Başûr aşîtî îzbatbe. Derheqa wê yekêda berdevkê dêpartamênta Ştatên Yekbûyîye dewletê Nêd Prays gotîye.

“Me du cara hevdîtinên di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanêda teşkîl kirine. Sêkrêtarê dewletê Blînkên jî bi têlefonê tevî alîya nava pêwandîyadane.Wextê hevdîtina dawî wezîrên karên der pevketine ku hevraxeberdana lez bêxin û nava hevtîyên nêzîkda hevdîtineke mayîn jî teşkîlkin. Herdu wezîra razîbûna xwe elamî alîyê amêrîkî kirine, bona wê yekê ku ew hevdîtin li cem xwe qebûl kirine. Em hêvîdarin, wekî dîyaloga di navbera herdu welatada û atmosifêra çêkirinê wê berdewambin, çimkî emê piştgirîyê bidine dîplomasîyê, ya ku berbi aşîtîya qewîn û helkirina pirsgirêkên di navbera herdu welatada dibe”,-Prays gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button