H’emû nûçeSereke

“Ermenîstanê tu cara derheqa derketina ji Organîzeya  Peymana Ewlehkarîya Kolêktîvda xeber nedaye”:Alên Sîmonyan

Serokê parlamênta Ermenîstanê Alên Sîmonyan wextê civîna parlamêntîyê, ya Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv gotîye, ku  Ermenîstanê tu cara derheqa derketina ji Organîzeya  Peymana Ewlehkarîya Kolêktîvda xeber nedaye, lê ew ji tabîya organîzeyê xemgîne. Li gorî Sîmonyan fikireke usa pêşda tê, wekî têrîtorîya Ermenîstanê bona organîzeyê bi kemala xwe girîng nîne, ew jî wî çaxî, dema ku guhdarî tê danînê ser herêma Rojhilatê, Avropayê û Asîya Navîn.

Sîmonyan usa jî gotîye, wekî Adirbêcan her roj rêjîma agirbestê diteribîne, rûyê çida meriv tên kuştinê. Pasîvîya organîzeyê û usa jî elametîyên tifaqdarên cuda bûne menî, wekî tabîya civakîye derheqa organîzeyêda li Ermenîstanê hate guhartinê, Alên Sîmonyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button