H’emû nûçeSereke

Li Qafqasîya Başûr bi formata “3+3” têra tê dîtinê: Sêrgêy Lavrov

Li Qafqasîya Başûr bi formata “3+3” têra tê dîtinê. Wedê hevdîtinê hê bi hevra tê qayîlkirinê. Derheqa wê yekêda wezîrê Rûsîyayêyî karên der Sêrgêy Lavrov wextê hevdîtina hevalkarê xweyî ji Adirbêcanê Cêyhûn Bayramov gotîye.

“Me derheqa şuxulkarîya formata herêmîye şêwirdarîyê, ya 3+3 xeberda. Ez derheqa hersê komarên Qafqasîya Başûrda û hersê cînarên wanda, Rûsîyayê, Îranê û Tirkîyayêda dibêjim. Em niha hevdîtneke wî cûreyî hazir dikin û wedê konkrêt didine qayîlkirinê”,- Lavrov gotîye.

Em bêjin, wekî Lavrov wextê hevdîtina tevî Bayramov elam kiribû, wekî Rûsîya hewaskare ku di navbera Yêrêvanê û Bekûyêda peymana aşîtîyê bê îmzekirinê.

Zêdetir nîşan bide
Herwiha kontr’ol bike
Close
Back to top button