“Meremê Bekûyê heye sivdera Laçînê bide girtinê”: serokê parlamêntê
Serokê parlamênta Ermenîstanê Alên Sîmonyan wextê civîna parlamêntîyê, ya Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv gotîye, wekî meremê Bekûyê heye sivdera Laçînê, ya ku Ermenîstanê û Qerebagê hevva dide girêdanê, bide girtinê: “Adirbêcanê destpê kirîye bêje ku pirsgirêka Qerebagê îdî tune û pêra jî bide kifşê, wekî femdarîya binelîyên Qerebagêye ermenî tune”.
Bi gotina serokê parlamêntê Bekû cedandinên hevkarên navneteweyî boykot û înkar dike,dijî aşîtîparêzên rûs êrîşa dibin, mandata kîjana hetanî roja îroyîn ji alîyê Adirbêcanêda nehatîye îzbatkirinê: “Wezîreta Adirbêcanêye parastinê van axirîya dew ji aşîtîparêzên rûs kirîye ku navê “Qerebaga Çîya” nedin û navê ermenî nedine xebatê. Van rojên dawî jî provokasîyayên azêrîya zêde bûne”,- Alên Sîmonyan gotîye.