H’emû nûçeSereke

Sêkrêtarê Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv derheqa pêwîstîya îmzekirina dokûmênta derheqa piştgirîya ji bo Ermenîstanê daye dîyarkirinê

Projeya birîyara şêwira Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv  ya derheqa piştgirîya Ermenîstanêda gerekê bê îmzekirinê. Ew yek bona komarê girînge. Derheqa wê yekêda sêkrêtarê organîzeyê Stanîslav Zas li Moskvayê gotîye.

“Bi teslîmkirina serokên welata mîsîya dîtindarîyê bi serokatîya sêkrêtarê organîzeyê û serokê ştaba opêratîv şandine Ermenîstanê. Nava encamên wê xebatêda projeya birîyara þêwira ewlehkarîyê hatîye hazirkirinê, ya ku bona piştgirîya ji bo Ermenîstanêye, kîjan 23 ê mijdarê hatîye gotûbêjkirinê”,- Zas gotîye û serda zêde kirîye wekî proje bi menîyên tabîyên welataye cuda-cuda nehate qebûlkirinê.

“Ez hêvîdarim, wekî piştî hinek lênihêrandina emê projeya vê birîyarê îmzekin û emê wan mecala bidine xebatê.Ez hêvîdarim, wekî ew yek pêwîste, nava wêda usa jî bona Ermenîstanê”,-Zas gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button