H’emû nûçeSereke
Alîyê ermenî bersiva pêşnîyara ji alîyê Adirbêcanêda stendîye:Agacanyan dibêje wekî hetanî dawîya salê hevdîtina Paşînyan û Elîyêv diqewime bibe
Alîyê ermenî pêşnîyarên alîyê azêrîya, yên bona projeyên peymana aşîtîyê stendine, yên ku bersiva pêşnîyarên alîyê ermenîne: bi vî cûreyî êtapa pêşnîyaraye sêem tê gotûbêjkirinê. Bi ragîhandina Armênprêssê, derheqa vê yekêda serokê komîsîya parlamênta Ermenîstanêye pêwandîyên der, Êdûard Agacanyan wextê prêss-konfêransa li parlamêntê gotîye rojnamevana.
Agacanyan bi hûrgilî tu tişt ji gotûbêjkirina raber nekirîye. Ewî daye dîyarkirinê, wekî hetanî dawîya salê diqewime hevdîtina seroka bê teşkîlkirinê.