SerekeSîyasî

Em li Sûrîyayê tifaqdarê ŞAY yê here aminin, me bîr nekin: banga fermandarê kurd

Fermandarê Hêzên Sûrîya Dêmokratîk Mezlûm Ebdî girêdayî êrîşa Tirkîyayêye  leşkerîra, The Washington Post ê da  miqale belav kirîye û bang kirîye ku piştgirîyê bidine wan.

Miqalêda ewî nivîsîye, wekî Koban îro careke mayîn bin qezîyayêdane, lê vê carê ew qezîya ne ku ji alîyê DAÎŞ ê da, lê ji alîyê tifaqdara Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî û endamîa NATO ê da tê. Ewî nivîsîye, wekî eva  serê çend rojaye ku serokê Tirkîyayê Receb Tayîb Êrdogan bajarên kurda didine ber bomba, binelîyên edil dikuje û sîstêmên sîvîl dide tunekirinê, hêzên Sûrîya Dêmokratîk dike hedef, yên ku dijî DAÎŞ ê şerkarîyê dikin.

Mezlûm Ebdî daye dîyarkirinê, wekî Hêzên Sûrîya Dêmokratîk sala 2015 a koalîsîyona kurda, ereba, asorîya saz kirine bona ku dijî DAÎŞ ê şerkarîyê bikin. Bi gotina Mezlûm Ebdî cimetê admînîstrasîyayên cîh saz kirine, yên ku cara ewlin li Sûrîyayê hemû komên êtnîkî û ruhanî raber dikin û desthilatdarîya wekehev dane jina jî. Niha jî êrîşa  tirkaye nû wan hemû destanîna dike bin qezîyayê.

Em bangî civaka navneteweyî dikin, ku bona sekinandina êrîşa  tirka gavên konkrêt bêne avîtinê û piştgitrîyê bidine helkirina dew û doza kurdaye sîyasî, ya li ser hîmê dêmokrasîyê û mafên wekehev.Heyîna cimeta me û ewlehkarîya herêmê wê yekêva girêdayîne”,- Mezlûm Ebdî nivîsîye.

Zêdetir nîşan bide
Herwiha kontr’ol bike
Close
Back to top button