H’emû nûçeSereke

Eşaretîya Tirkîyayê, ya bona Ermenîstanê: heger hûn “Sivdera Zangêzûrê” nedin, hûnê li  ser xwe “Kulma biratîyê” texmînkin

Wezîrê Tirkîyayêyî parastinê Hûlûsî Akar careke  mayîn derheqa femkirina tirkîye “aşîtîyêda” raber kirîye.

“Her gefxwerineke dijî Tirkîyayê yan Adirbêcanê, nenihêrî wê yekê, ku ew ji kîderêye, wê çawa gaveke dijî welatên biratîyê bê naskirinê”,- Akar gotîye û bi wî cûreyî berbirî beşdarên telîmên tirka-azêrîyaye “Kulma biratîyê” bûye.

Ewî bi wî cûreyî beşdarbûna Enqerê, ya tevî  agrêsîya Adirbêcanê, Ermenîstanê û Arsaxê îzbat kirîye: “Civaka navneteweyî yekbûna me wextê şerê  44 roje dît, nava encamê kîjanêda axa Adirbêcanêye dîrokî ji okûpasîya ermenîye pirsale aza bû.Em gerekê cedandinên xwe berdewamkin, ku pirsgirêka Qerebagê bi rîya edil bê helkirinê”.

Ewî bang kirîye, ku rûpelê dijîhevderketinê û hiznekirinê bigrin û li ser hîmê qedirgirtina normên mafê navneteweyî pêşerojê çêkin. “Em hêvîdarin, wekî Ermenîstanê destê  Tirkîyayê û  Adirbêcanêye aşîtîyê bêyî bersiv nehêle”,-ewî gotîye û derheqa  girîngîya vekirina “Sivdera Zangêzûrêda” gotîye.

Bi vî cûreyî Akar bin navê banga aşîtîyêda gefxwerina bi sirê, ya dijî Ermenîstanê raber dike: “Heger hûn “Sivdera Zangêzûrê” nedin, hûnê li ser xwe “Kulma biratîyê” texmînkin”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button