H’emû nûçeSereke

Gelo Adirbêcanê tevî Tikrîyayê û Pakîstanê telîmên leşkerî dijî Ermenîstanê derbaz nekirine?: ÎRNA

Ajansa Îranêye înformasîyon ÎRNA ê bi sernavê “Bersivên pirsên Îlham Elîyêvê serok” belav kirîye, kîjanêda bersivên welatên cînar daye, bi taybetî yên pirsên Elîyêve derheqa pêwandîyên Ermenîstanê û Îranêye tevî Adirbêcanê.

“Serokê Adirbêcanê Îlham Elîyêv van axirîya pirsên derheqa pêwandîyên Bekûyê û Têhranêda bilind kirine. Ewî gotîye, wekî ew tevî sê serokên Îranê xebitîye, lê halê sertî di navbera herdu welatada tu cara li ser dereca vî cûreyî bilind nîbûye.

Serokê Adirbêcanê pirs daye ku bona çi Îranê telîmên leşkerî nêzîkî sînorên bakûr-rojhilatê derbaz kirine. Em gerekê pirsê bidine wî, ku kîjan welatî serê telîma  li vê herêmê vekirîye. Gelo Adirbêcanê tevî Tirkîyayê û Pakîstanê dijî Ermenîstanê telîmên leşkerî derbaz nekirine?

Telîmên Îranê bona piştgirîya yekîtîya têrîtorîyayên welatên herêmê hatine derbazkirinê, lê telîmên Adirbêcanê yekîtîya têrîtorîyayên Ermenîstanê terbandine.Gelo birêz Elîyêv bona çi ji wan telîma razî nebûye? Xêncî wê yekê wextê civîna welatên tirkîaxif ew dijî axa Ermenîstanê pêşda hatîye û elam kirîye û dicêribîne rîya hesinîye leşkerî bona vekirina sivdera Zangêzûrê bide xebatê û beşeke Ermenîstanê bighîne xwe”,- ÎRNA ê nivîsîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button