SerekeSîyasî

Ermenîstana bi binelîyên hindik çi cûreyî karibû tehsîr bike? : parlamêntvanê azêrî

Parlamêntvanê Adirbêcanê Fazîl Mistefa li Miclîsa Adirbêcanê bi xeberdan pêşda hatîye û bi şikberî elam kirîye ku çi cûreyî parlamênta Fransîyayê bi yekdengî qirar qebûl kir, ku dijî Adirbêcanê sanksîya bidine xebatê.

“Wextê civîna derbazbûyî me nêzîkbûna xwe hindava wan 256 parlamêntvana da kifşê. Feqet me derheqa bêkarîya xweda bîr kirîye.Bêkarîya me kîjane? Gilî derheqa Fransîyayê, Bêlçîkayê, Almanîyayê û welatên mayîdane. Ew çi cûreyî dikare tiştekî usa bibe, wekî bi yekdengî qirar bê qebûlkirinê û tu kes piştgirîya Adiribêcanê nake? Eva serê 30 salaye wekî korpûsa meye dîplomatî li wir dişuxule. Gelo  5-6 nas, hevalên baylozên me tunebûne? Gelo Ermenîstana bi binelîyên usa hindik çawa karibû tehsîra xwe bihêle? Eva tiştê bawarkirinê nîne. Pirsgirêka me ewe ku ew nikarin pirsên xwe helkin. Gelek cara merivên ne anegor qulixên bilindda cîhê xwe digrin. Ew pênc sala li wir derbaz dikin û paşda vedigerin. Tu kes natirse ku ew li wir çiva mijûlin?”,- parlamêntvan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button