H’emû nûçeSereke

Hevraxeberdanên ermenîya-azêrîya nava êtapa aktîvdanin: wezîr

Wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan derheqa hevraxeberdanên ermenîya-azêrîyada xeberdaye.

Bi gotina wî, hevraxeberdanên bona normalkirina pêwandîya nava êtapa aktîvdanin: “Dokûmêntek tê raberkirinê û ew her car tê guhartinê. Niha me pêşnîyarên alîyê azêrîya stendine û emê dîsa pêşnîarên xwe raberkin.Mixabin, nêzîkbûnên alîya nava gelek pirsada ji hev gelekî dûre, lê hevraxeberdan bona wê yekêne, ku di navbera alîyada bighîjine qayîlîyê û encamê tevayî hebe”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button