Nîkol Paşînyan şirove kirîye ku bona çi Ermenîstan ji alîkarîya Organîzeya Peymana Ewlekarîya Kolêktîv paşda sekinîye
Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan derheqa civîna Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîvda xeberdaye û şirove kirîye ku bona çi Ermenîstan ji alîkarîya leşkerî-têknîkîye pêşnîyarkirî paşda sekinîye.
Ewî gotîye, wekî Ermenîstan ji wê civînê hîvîya du tiştî bûye: “Berê ewlin pêwîste bidine kifşê, ku li Ermenîstanê zona cabdarîya organîzeyê kîjane, çimkî ev yek pirsa prînsîpyale bona ku pêwandîya bidine teşkîlkirinê.Hêvîya duem jî ew bûye, ku organîze qîmetê sîyasî bide bûyarên heyî”.
Serokwezîr daye zelalkirinê, wekî alîkarî pêşnîyarî Ermenîstanê kirine, nava wêda usa jî ya leşkerî-têknîkî: “Berî her tiştî zelal nîne ku alîkarîya çi cûreyî tê pêşnîyarkirinê.Ya duem ewe, wekî qebûlkirina alîkarîya bêyî qîmetkirinên zelal wê bide kifşê ku statûs-kvoya ku niha heye, tê qebûlkirinê, ya ku niha li ser sînorên me îzbat bûye.Bêyî qîmetkirina sîyasî, qebûlkirina wê yekê wê bide kifşê, ku wê statûs-kvoyêra qayîlin”.