H’emû nûçeSereke

Wedê mîsîya Avropayêye dîtindarîyê wê 19-20 ê kanûnê ser hevda bê: Ermenîstan hewaskare ku ew wede bê dirêjkirinê

“Ermenîstan hewaskare ku wedê mîsîya sîstêmên navneteweyî, yên li ser sînorê Ermenîstanê û Adirbêcanê bê dirêjkirinê. Em bi vê pirsêva berbirî organîzeyên cuda bûne”,- wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan gotîye.

Bi axaftina derheqa mîsîya Yekîtîya Avropayêye dîtindarîyê, ewî gotîye wekî ewê 19-20 ê kanûnê ser hevda bê: “Ez amadebûna welatên endamên Yekîtîya Avropayê silav dikim, ku ew dixwezin mîsîya xweye li ser sînorên Ermenîstanê û Adirbêcanê berdewam bikin”.

Bi gotina Mîrzoyan derheqa nêytralbûna vê mîsîyayê şikberî tunene, lê qîmetkirinên mîsîyayê jî bona pêvajoyên navneteweyî girîngin. Bi gotina wî, hazirîya dîtindara kemala îzinnedayîna halê sert pêşda tîne. Ewî gotîye, wekî Ermenîstan dirêjkirina wedê mîsîya Yekîtîya Avropayê silav dike.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button