SerekeSîyasî

Îtalîya amadeye pêwandîyên kirîn-frotanê û malhebûna gundîtîyê, yên tevî Kurdistanê bide qewînkirinê

Serokwezîra Îtalîyayê Corca Mêlonîyê gotîye, wekî welatê wê amadeye pêwandîyên xweye dualî tevî Herêma Kurdistanê bide qewînkirinê. Derheqa wê yekêda ewê namêda, ya ser navê Mesrûr Barzanîyê serokwezîr, daye dîyarkirinê.

“Namêda Mêlonîya serokwezîr derheqa pêwandîyên dostîyê û dîrokîda daye dîyarkirinê, bi kîjanê Îtalîya û Kurdistan hevva tên girêdanê. Ewê usa jî nivîsîye, wekî welatê wê amadeye pêwandîyên xweye dualî, yên nava govekên kirîn-frotarnê, malhebûna gundîtîyê û ênêrgêtîkayêda bide qewînkirinê”,- nava elametîya ofîsa serokwezîrê Kurdistanêda hatîye gotinê. Nava elametîyêda usa jî hatîye gotîye, wekî xanim Mêlonîyê derheqa ewlehkarîya herêmîda jî nivîsîye û serda zêde kirîye, wekî ew hêvîdare ku hukumata Îraqêye nû wê alî bike ku pêwandîyên Herêma Kurdistanê û hukumata herêmê bêne qewînkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button