H’emû nûçeSereke
Dêklarasîya derheqa şermezarkirina agrêsîya Adirbêcanêda hatîye îmzekirinê
Nava doranên seredana xebatêda dêlêgasîya bi serokatîya serokê Arsaxê Arayîk Harûtyûnyan, li Marsêlê beşdarî cêrge hevdîtina bûye.
Harûtyûnyan rastî serokê şêwira dêpartamênta Bûş dyû Ron ,Martîn Vasal hatîye. Piştî wê yekê hevdîtin bi formata berfirehva berdewam bûye.
Arayîk Harûtyûnyan bona qebûlkirina birîyara derheqa dayîna alîkarîya hûmanîtarîda razalixî elam kirîye.
Wextê hevdîtinê, dêklarasîya tevayî hatîye qebûlkirinê, bi kîjanê agrêsîya Adirbêcanêye dijî Arsaxê û Ermenîstanê hatîye şermezarkirinê.Dokûmêntêda usa jî bang tê kirinê, ku civaka navneteweyî xirabkarîyên Adirbêcanêye leşkerî, pêpeskirina mafên mêriv gunehkar û şermezar bike.
Dêlêgasîya bi serkarîya Arayîk Harûtyûnyan paşê rastî serokbajarê Marsêlê Bênûa Payan hatîye.