H’emû nûçeSereke

Tevî Adirbêcanê rêyeke pêwandîya heye, heger ew Arsaxê çawa welatê serbest qebûlkin: Rûbên Vardanyan

Piştî şerê  44 roje Adirbêcanê stratêcîya mîyaserkirina provokasîya dijî Arsaxê mîyaser dike, bi kîjanê dixweze usa bike, ku  ermenîyên Arsaxê ji  Arsaxê derkevin. Derheqa wê yekêda wezîrê Arsaxêyî dewletê Rûbên Vardanyan wextê hevpeyvîna tevî têlêvîzîyona Arsaxêye civakî gotîye.

Provokasîya Adirbêcanêye 3 ê kanûnê, wextê korîdora Laçînê bi sê seheta hate girtinê, tiştê ecêvmayînê nîne.

“Bona azêrîya ew yek tiştê ecêvmayînê bû, wekî 35-40 000 meriv dikarin derkevine meydanê.Kifşkirina min jî bona wan tiştê ecêvmayînêye.Nava prêssa dinîyayêda hewaskarî hindava Arsaxêda pêşda hatîye.Adirbêcan dixweze hemû tiştî bike ku li Arsaxê hindik meriv bimînin, bona ku bawarîya wan hindava pêşerojê tunebe û ew ji wir derkevin.Provokasîyayên Adirbêcanê wê wî çaxî bikaribin bişkênin, heger meriv bibin yek, him li Arsaxê him jî li Ermenîstanê”,-Vardanyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button