H’emû nûçeSereke

Wezîrên Ermenîstanê û Rûsîyayêye parastinê bernama hevkarîya leşkerî, ya sala 2023 a îmze kirine

Nava dorana seredana xebatêye li Fêdêrasîyona Rûsîyayê, wezîrê Ermenîstanêyî parastinê Sûrên Papîkyan beşdarî hevdîtina wezîrên Welatên Hevalbendîya Serbest bûye.Papîkyan halê li herêmê yê ku rûyê agrêsîya azêrîyaye dawîda pêşda hatîye, raber kirîye.

Piştî wê yekê hevdîtina wezîrê Ermenîstanêyî parastinê Sûrên Papîkyan û wezîrê Rûsîyayêyî parastinê,  gênêral Sêrgêy Şoygû  pêk hatîye.Wextê hevdîtinê, pirsên ewlehkarîya herêmî û yên derheqa hevkarîya leşkerî û têknîkîda hatine gotûbêjkirinê.

Dawîya hevdîtinê bernama sala 2023 a, ya hevkarîya Ermenîstanê û Rûsîyayêye leşkerî hatîye îmzekirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button