H’emû nûçeSereke
Yekîtîya Avropayê cedandinên aktîv dide xebatê ku di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanêda atmosifêra aminayê çêbe:Toyvo Klaar
Yekîtîya Avropayê cedandinên aktîv dide xebatê ku di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanêda atmosifêra aminayê çêbe,lê cedandin diha zêde pêwîstin. Derheqa wê yekêda wekîlê Yekîtîya Avropayêyî li Qafqasîya Başûr, Toyvo Klaar gotîye.
“Xwestina rast û mecala bona gihîştina aşîtîyê heye. Feqet piştî dew û doza 30 sale, gelek cedandin pêwîstin bona ku aminayî çêbe”,-Toyvo Klaar gotîye.
Bi gotina wî, Yekîtîya Avropayê bona çêkirina wê aminayê bi berfirehyî tevî Adirbêcanê û Ermenîstanê xebitîye, lê xebata diha zêde pêwîste.
Bi gotina Klaar, ji herdu alîya jî rêberî pêwîste û gilî ne tenê derheqa cedandinên serokatîyên herdu welatadane, lê pêwîste ku di navbera civakên Ermenîstanê û Adirbêcanêda ew aminayî sazbe.