Adirbêcan bi şêwaza “Gurên gewir” û tirkên ciwan dixwaze gelê Arsaxê bike jênosîd: Artak Bêglaryan
Şêwirmendê wezîrê dewletê yê Komara Arsaxê Artak Bêglaryan wêneyek belav kir û têda motîvasîyona rastî ya azêrîyên ku korîdora Laçînê girtine, nîşan dide.Di wêneya ku Bêglaryan belav kirîye tê dîtin ku çawa yekî ji Adirbêycanê ku rêya yekane ya ku Arsaxê bi Ermenîstanê va girê dide girtîye, bi destekî pankarta hawirdorê girtîye û bi destê din jî jêsta “Gurên gewir” nîşan dide.
“Ev wêne bi awayekî motîvasîyonên rasteqîn yên “hawirdorparêzên” ku xizmeta rejîma Alîyêv dikin, di bin dorpêçkirina 120,000 gelê Arsaxê da nîşan dide.
Ev karmendê taybet yê Adirbêcanê ku tenê rêya Arsaxê girtîye, bi destekî pankarta hawirdorê girtîye û bi destê din jî jesta “Gurên gewir” nîşan dide.
Adirbêcan bi şêwaza “Gurên gewir” û tirkên ciwan dixwaze gelê Arsaxê bike jênosîd”,- Beglaryan nivîsîye.