H’emû nûçeSereke

Berjewandîyên Rûsîyayê diha gelekî nêzîkî berjewandîyên Adirbêcanêne, lê ne ku yên Ermenîstanê: pêşezan

Rûyê şerê Ûkraînayêda Pûtînê serok gumana xwe diatîne ser Adirbêcanê, çawa merkeza dayîna gazêye ji Rûsîyayê, bona ku ji sanksîyayên avropî dûr bimînin. Derheqa wê yekêda profêsorê fîlosof, yê ûnîvêrsîtêya Konêktîkûta Başûr Armên Marsûbyan gotîye.

Bi qîmetkirina wî, niha berjewandîyên Rûsîyayêye gêopolîtîkî diha gelekî Adirbêcanêva, lê ne ku Ermenîstanêva girêdayîne. “Ez Rûsîyayê çawa hevkara amin hesab nakim”,-Marsûbyan gotîye.

“Hema koma Mînskê jî gerekê piştî şerê Qerebagêyî ewlin dîna xwe bida parastina agirbestê, lê ew yek hate teribandinê.Ez zanim, wekî Yekîtîya Avropayê dîtindarên xwe şandine ser sînorê ermenîya-azêrîya, lê ez difikirim, wekî mîsîya gerekê yan bi destê Yekîtîya Avropayê, yan jî bi destî Organîzeya Netewên Yekbûyî bê mîyaserkirinê”,- pêşezan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button