H’emû nûçeSereke

“Bi wê yekê ew min bêhurmet nakin”: Paşînyan derheqa wan merivada gotîye, yên ku wî  çawa “tirk” nav dikin

Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan wextê forûma “Dijî xirabkarîya komkujîyê” derheqa xebera hiznekirinêda daye dîyarkirinê.Bi gotina wî, li Ermenîstanê gerekê terka wê yekê bidin, nava wanda usa jî merivên ji opozîsîyayê, dema ku bona bêhurmetkirinê navê miletekî didine ser wan: “Li Ermenîstanê ew tişt heye. Mesele, wextê ku dixwezin yekî bêhurmet bikin, wîra dibêjin “tu tirkî”.Merivekî ku gelekî layîqî wî navî bûye, ezim. Û ez dixwezim wan merivara bêjim, wekî bi wê yekê ew min bêhurmet nakin, çimkî ez wê yekê çawa bêhurmetkirin fem nakim û qebûl nakim”.

Paşînyan gotîye, wekî li Adirbêcanê jî wî cûreyîye wextê ku dixwezin merivekî bêhurmetkin xebera “ermenî” didine xebatê.

Bi gotina Paşînyan, nava asta hukumatada gerekê wê yekê qebûlkin, bêjin, wekî em wê yekêra qayîl nînin û naxwezin ku navên mileta çawa bêhurmetkirin bidine xebatê.Ewî gotîye, wekî fikireke usa heye, ku li Qafqasîya Başûr bi formata Ermenîstan-Gurcistan-Adirbêcan gotûbêjkirina destpêkin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button