H’emû nûçeSereke

Gaveke here girîng ya bona sekinandina komkujîyê dîyaloge: Paşînyan

Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan elam kirîye, wekî gaveke here girîng, ya bona îzinnedayîna komkujîyê dîyalog û hevkarîya di navbera Bekûyê û Stêpanakêrtêdaye.

Ewî gotîye, wekî Adirbêcan li ber temamîya dinîyayê dibêje ku ew amadene mafên Qerebagê û ewlehkarîya wê çareserkin. Feqet, bi gotina serokwezîr gotina Adirbêcanê wê wî çaxî bibe rastî, dema ku li Stêpanakêrtê, nava ermenîyada ew tê guhdarkirinê.

Serokwezîr guhartina fikira pêwandîyên herêmî girîng hesab kirîye.Bi  gotina wî, pirsgirêka here mezin îzinnedayîn û serkarîkirina xebera hiznekirinêye, lê ew xebera hiznekirinê nava pêwandîyên Ermenîstanê û Tirkîyayê û Ermenîstanê-Adirbêcanêda heye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button